Rûsya: Muxalifên li Îdlîbê li gor agirbesê tevdigerin

15 îlon 2018 19:58
Rûsya: Muxalifên li Îdlîbê li gor agirbesê tevdigerin

PeyamaKurd- Terefê Rûsyayê yê komisyona Tirk-Rûs balê kişand ser 24 sietê dawiyê û got ku di nava 24 sietan de li Sûriyê 33 cara îhlala agirbesê çêbûye lê di “herêmên ku tundî tên kêmkirin” de qet îhlal çênebûye.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê di derbarê deverên ku di destê rejîmê de ne raporekî amade kir û belav kir. Wezaret di beyana xwe de got ku komîsyna Tirk-Rûsan ya ku li Sûriyê agirbesê dişopîne ragihandiye ku di rojekî de 33 cara îhlala agirbesê hatiye kirin. Li Helebê 24, li Lazkiyê 7, li Hamayê 2 îhlal hatine tesbîtkirin. Îhlal li deverên di bin destê rejîmê de ne hatine kirin.