Rûsya: Mutabaqat nayê bicîhanîn

27 rêbendan 2019 19:48
Rûsya: Mutabaqat nayê bicîhanîn

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand ku mutabaqata Idlibê ya bi Trikiyê re hatibû kirin nayê bicîhanîn û hem ev yek li Şam û Moskovayê bi endîşe tê dîtin.

Li gor nûçeya Ifaxê de derket; berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov got ku Tirkiye û Rûsya li Idlibê li hev kirine ku şer lê çênebe lê her dû welat jî li Idlibê baregehên çavdêriyê avakirine. Peskov got ku cepha Nusra ya ku dewama wê HTŞ ye, di herêmê de bandora xwe zêde kiriye û gelek caran ew vêya tîne ziman.