Rûsya: Me bajarê Santrala Hêza Nukleerî ya Çernobîlê lê ye kontrol kir

25 sibat 2022 13:31
Rûsya: Me bajarê Santrala Hêza Nukleerî ya Çernobîlê lê ye kontrol kir

PeyamaKurd Rûsyayê diyar kir, hêzên wan herêma Santrala Hêza Nukleerî ya Çernobîlê lê ye, bi dest xistine.

Li gor rayedarên Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandin, herêma Santrala Hêza Nukleerî ya Çernobîlê lê ye, ji aliyê hêzên wan hatiye kontrolkirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov da zanîn, bajarê Pripyat yê ku Santrala Hêza Nukleerî ya Çernobîlê lê ye kontrol kirine û li wê derê, asta radyasyonê asayî ye.