Rûsya: Me 35 dronên Ukraynayê xistin xwar
09 sibat 2025 18:27
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên wan yên hêzên asmanî şeva borî 35 dronên Ukraynayê xistine xwar.
Wezaratê li ser ’Telegeramê’ ragihandiye, nîvên dronan li herêma Kurskê ya li ser sînorê Ukraynayê hatine rûxandin û yên mayî jî li gelek deverên din ên li rojava û başûrê Rûsyayê hatine bêbandorkirin.
Hêjayî gotinê ye, medya Amerîkî ragihandiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Vladimir Putin re pêwendî daniye.
Trump roja Îna borî jî gotibû, ew ê di nav çend rojên pêş de de bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re bicive û bidawîkirina şer gotûbêj bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsya: Me 75 dronên Ukraynayê li herêmên cuda tevî Moskowê xistin xwarê!
23 mjd 2025
Jiyan
Artêsa Ukraynayê 13 dronên Îranê xistin xwarê
19 cot 2022
Cîhan
Rûsyayê gefa xistina balafirên cîranên Ukraynayê xwar!
17 adr 2023
Cîhan
HSD: Li Tisrîn û Qereqozaqê 4 dronên Tirkiyê hatin xistin
12 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin