Rûsya: Me 118 NHByên Opozisyona Sûriyê xistine
PeyamaKurd - Wezareta Berevanî ya Rûsyayê radighîne, di dema dû salên borî de, hêzên wan 118 balafirên bêmirov (NHB) Opozisyona Sûriyê li asmanê navenda Himêmîm xistin e xwar.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Lîwa Îgor Konaşînkof ragihand, grûbên çekdar, bi berdewamî hewl didin sîstema berevanî ya asmanî ya navenda Himêmîm derbas bikin.
Di dema dû salên borî de, hêzên wan 118 NHB li asmanê wê navendê xistin e xwar.
Navborî got jî, piraniya wan balafirên bê mirov ji bajarên Xan Şêxûn, Letamne û Kefr Zêta yên Navçeya Kêmkirina Şer hatine firandin, lê bi kontrolkirina wan bajarokan ji aliyê artêşa Sûriyê ve, ew êrîş gelek kêm bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin