Rûsya li Rojhilata Navîn çalaktir dibe
PeyamaKurd - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li Moskovayê Welîehdê Ebû Dabî Muhemmed Bin Zayed re civiya.
Piştî hevdîtinê belgeya hevkariyê ya stratejik hate îmza kirin.
Di belgeye de ev tiştana cih girtin, "Alî wê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya bêçekirina herêmî û kureyî bibin. Ji ber vê yekê her du welat wê rejîmên ji bo anstengkirina belavbûnê ya çekên îmhakirina giştî û teknolojiyên derbarê wan de hîn xurt bikin. Di vê çarçoveyê de Rûsya û Mîrnişîniyên Ereb ên Yekbûyî ji bo Rojhilata Navîn ji wan çekên îmhakirina giştî paqij bikin, dê bi hevdu re tevbigerin."
Rûsya û Mîrnişîniyên Ereb ên Yekbûyî herwisa bang li civaka navdewletî kirin ku bi awayekî berfireh hevpeymana navdewletî ya têkoşîna li dijî terorê ava bike.
Aliyan pêşniyar kir ku divê ev hevpeyman li gorî rêzgirtina serweriya wan dewletên rastî êrîşên terorê tên, were avakirin.
Herwiha hat ragihandin ku her du welat wê di warê têkoşîna li dijî teror û tundrewiyê de jî bi koordîneyî tevbigerin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin