Rûsya leskerên xwe yên li sînorê Ukrayna vediksîne
23 nîsan 2021 16:32
PeyamaKurd – Girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna, ji ber leşkerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna, gurtir bûbû û karbidestên Amerîkî û Ewropî, bang li Moskowê kiribûn ku leşkerên xwe ji sînor vekişîne. Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsya Sergey Shoygu diyar kir, ew ê leşkerên xwe yên li sînorê Ukrayna vekişînin.
Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy li ser Twitterê da zanîn, kêmbûna leşkerên Rûsya yên li sînorê welatê wî dê girjiyê daxe û diyar kir, biryara Moskowê li gor wan erênî ye.
Zelenskiy eşkere kir, ew aşîtiyê dixwazin û ji bo alîgirên xwe yên navneteweyî jî spasiyên xwe pêşkeş kirin.
Rûsya ji Adarê vir ve li Qirim û li herêma Donbas ya li rojhilata Ukrayna leşker bi cîh dikir.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsya Sergey Shoygu destnîşan kir, dawî li hîndariya leşkerên wan ên li sînor hatiye û dîyar kir, ew dê dest bi vekişînê bikin.
Serokê Rûsya Vladimir Putin jî piştî biryara ser vekişîna ji sînor ji rojnamevan re eşkere kir, ew dikare bi Zelenskiy re li Moskowê bicive.
Berpirsên Ewropî didan zanîn, Rûsya bi qasî 100 hezar leşker li sînorên Ukrayna bi cîh kirine.
Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin