Rûsya ket dewrê û topbarana ciyên çavdêriyê hat birîn

29 hezîran 2019 23:57
Rûsya ket dewrê û topbarana ciyên çavdêriyê hat birîn

PeyamaKurd- Wezareta karên bergiriyê yê Tirkiyê ragihand ku rejîma Sûriyê bi topan li ciyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li Idlibê xistiye lê piştî Rûsya ketiye dewrê, rejîm topbarana xwe rawestand.

Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Tirkiyê, rejîma Sûriyê îro sê cara bi topan li ciyê çavdêriyê ya jimare 10 xistiye û wezîfedarên Rûsyayê yên sehayê yekser mudaxele kirine û agahiyan dane jor. Li ser wê mudaxeleya wezîfedarên Rûsyayê topbaran rawestiyaye.

Tirkiyê dibêje eger topbaran dewam bikin, ew xwe amade kirine bersiva topbaranên Sûriyê bidin.