Rûsya: Ji ber êrîsên Tirkiyê mimkune DAIS ji nû ve bihêz bibe

22 mijdar 2019 20:02
Rûsya: Ji ber êrîsên Tirkiyê mimkune DAIS ji nû ve bihêz bibe

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Sıromolotov, da xuyakirin ku ji ber operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojhilatê Firatê (Rojava) de û hebûna hêzên biyanî yên neyasayî li Sûriyê, mimkune ku DAIŞ ji nû ve xwe bihêz bike.

Sıromolotov got ku agahiyên zelal ên terorîstên ji girtîgehên Rojava reviyane di destê wan de nînin, lê behsa çend sedek DAIŞîyan tê kirin û diyar kir ku Rûsya ji ber ji nû ve birêxistinbûna DAIŞ xwedî metirsîyeke mezin e.

Rayedarê Rûsî rageşî û aloziya ji ber êrîşên Tirkiyê rû daye û li ser zêdebûna metirsîya zindîbûna DAIŞê got:

“Bi giştî ji ber zêdebûna rageşîya li Rojhilatê Firatê û ji ber hebûna hêzên biyanî yên neyasayî li Sûriyê dimînin ev mimkun e. Yek ji sedema zêdebûna rageşiyê jî tevdana nakokiyên mezhebî û etnîkî ye.”