Rûsya, hinek baregehên xwe yên li Dêrezorê vala kir

30 mijdar 2024 17:37
Rûsya, hinek baregehên xwe yên li Dêrezorê vala kir

PeyamaKurd – Rêxistina çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku Rûsya li Dêrezorê li devera ku di bin kontrola HSDê ne, baregehên xwe vala kir û vekişiya navenda bajêr.

Li gor ragihandina SOHRê; Rûsya baregehên xwe yên li bajarê Dêrezorê, li rojhilatê çemê Firatê, li gundên Hassaniye, Salhiye, Hatla, Marat, Mazlum, Huşam û Tabiyye ne, vala kir. Hêzên xwe yên navborî vekişand navenda bajêr.

Hêzên Rûsyayê berê ji bo grûbên bi ser Îranê ve ne kêm bikin li ciyên navborî xwe bicîh kiribûn.