Rûsya: Hêzên derve nebûna, li Ûkraynayê tistek nedibû

26 mijdar 2022 21:30
Rûsya: Hêzên derve nebûna, li Ûkraynayê tistek nedibû

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê li ser şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê şiroveyan kir û got eger hêzên derve nebûna, li Ûkraynayê tiştek nedibû. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew li hemberê îdeolojiya Naziyên li Ûkraynayê têdikoşin û ji roja Yekîtiya Sowyet nemaye heya îro, rojavayî dixebitin da li Ûkraynayê nazîzm derê ortê. Lavrov got: “Eger ne ji bandora hêzên derve bûya wê li Ûkraynayê tiştek nebûya.”

Axaftina Sergey Lavrov li ser televîzyonekî Rûsyayê ku li ser dîroka Nazîzmê dihat weşandin, tê de li ser pêvajoya li Ûkraynayê axifî. Lavrov got ku li Ukraynayê li hemberê Naziyan şer dikin û weha dewam kir:

“Eger ne ji bandora biyaniyan bûya li Ûkraynayê tiştek nedibû. Ne tenê ji aliyê bilindkirina Naziyan de, her weha ji aliyê Nazîzma hukumeta niha ya Ûkraynayê ku teoriya Naziyan dikin nav pratîkê. Ev doz, ji roja ragihandina Yekîtiya Sowyetê heya îro dewam dike.

Rêvebiriyên Ûkraynayê di bin bandora Amerîka de dimînin. Cepha Amerîkayê kir armanc ku cepha Ûkraynayê bibe antî-Rûsya. Lîderên Ûkraynayê serî ji van tevgeran re danîn. Serokê berê yê Ukraynayê Leonid Kuçma di wexta ku ti kes xeyal nedikir ku Ûkrayna bibe antî-Rûsya, ew pirtûka bi navê ‘Ûkrayna Rûsya nîne “ nivîsand. Em ê nehêlin li ser axa Ûkraynayê neonazî xwe bi rê bixin. Em ne li hemberê Ukrayniyane lê em li hemberê neonaziya ne.”

Lavrov her weha got ku serxwebûna Yekîtiya Awrûpa nemaye û bitemamî ketiye bin destê Amerîka û nikare bi serê xwe biryarê bide.