Rûsya: Hemû hêzên ku me sandibûn Kazaxistanê vegeriyan welat
16 rêbendan 2022 23:05
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê, derbarê hêzên ku piştî aloziya li Kazaxistanê ji bo alîkariyê şandibûn wî welatî daxuyanî da.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku balafirên hêzên veguhestina leşkeran gihîştine Rûsyayê û hemû hêzên bo Kazaxistanê hatibûn şandin vegeriyane welat.
Herwiha hat eşkere kirin ku ew hêz bi 15 balafirên neqlîyê yên cûreya Il-76 û An-124 ji Kazaxistanê bo Rûsyayê hatine veguhestin.
Serokomarê Kazaxistanê Comerd Tokayev piştî xwepêşandanan û aloziya li welatê xwe, daxwaz ji Rûsyayê kiribû ji bo tepeserkirina xwepêşandanan hêzê bişînin Kazaxistanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsya: “Divê hemû hêzên biyanî ji axa Sûriyê derkevin ”
23 tbx 2018
Jiyan
PKK: Em Hemû hêzên xwe ji Tirkiye û Bakur vedikisînin
26 cot 2025
Cîhan
Îmaratê hemû hêzên xwe ji Yemenê vekişand
30 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin