Rûsya: Em pistgiriya danûstandina Sam û Enqerê dikin

29 mijdar 2019 16:27
Rûsya: Em pistgiriya danûstandina Sam û Enqerê dikin

PeyamaKurd –Rûsyayê careke din ragihand ku ew dixwazin rêveberiya Şamê û ya Enqerê li ser masê rûnin û dest bi danûstandinên rasterast bikin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, diyar kir ku Rûsya piştgiriyê dide destpêkirina hevdîtinên navbera Şam û Enqerê.

Bogdanov, ji rojnamevanan re li ser îhtimala destpêkirina danûstandinên Tirkiye û rejîma Sûriyê ragihand, “Em her tim ligel vê ne, lê belê ev ne girêdayî me ye, girêdayî amadebûna aliyan a bo destpêkirina dîyalogê ye.”