Rûsya: Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û Ermenistanê amade ne

29 berfanbar 2021 21:35
Rûsya: Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û Ermenistanê amade ne

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Rusya Andrey Rudenko, derbarê proseya asayîbûnê ya navbera Ermenistan-Tirkiyê de ragihand ku Rûsya amade ye navbeynkariyê bike.

Rudenko daye xuyakirin ku wê asayîbûna pêwendiyên Ermenistan û Tirkiye li herêmê ji geşepêdanê re bibe alîkar û got, “Em destpêkirina pêngavên dîyalogê ya navbera Enqere û Êrîvanê de bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”

Herwiha Rudenko got ku ew di her formatê de amade ne di proseya asayîbûna pêwendiyên her du welatan de navbeynkariyê bikin.