Rûsya: Em bi wezaret û îstixbaratên Sûriye û Tirkiyê re di nav dîyalogê de ne

15 cotmeh 2019 18:37
Rûsya: Em bi wezaret û îstixbaratên Sûriye û Tirkiyê re di nav dîyalogê de ne

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, ragihand ku Rûsya niha bi ser wezaretên berevaniya Tirkiye û Sûriyê û saziyên îstixbaratê û wezaretên derve, hevdem di nav dîyalogê de ye. Nûnerê Pûtîn herwiha got ku Moskow û Enqerê li ser berdewama operasyona Tirkiyê li hev nekirine.

Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin, Aleksandr Lavrentyev, ragihand ku operasyona Tirkiyê nayê qebûlkirin û Rûsya hevdem bi rêya wezaretên berevaniyê, sazîyên îstixbaratê û wezaretên derve yên herdu welatan re di nav dîyalogekê de ye.

Li gorî Interfaks a Rûsî Lavrentyev herwiha got, ''Hereketa leşkerî ya Tirkiyê îhtimala guhertina hevsengiya olî jî li bakurê Sûriyê di nav xwe de vedihewîne.”

Lavrentyev destnîşan kir, pêwîste ewlekariya sînorê Tirkiye-Sûriyê bi bicihkirina artêşa Sûriyê li ser xeta sînor were dabînkirin.