Rûsya: Eger Kurd bi Amerîka bawerî bînin sas in

07 nîsan 2018 19:54
Rûsya: Eger Kurd bi Amerîka bawerî bînin sas in

PeyamaKurd - Di civîna ku ji aliyê ajansa Rûsya ya navdewletî de hat kirin de serokê rêxistina dostanî û hevkariya bi welatên Ereb re Matuzov weha ragihand:

“Amerîka bi kîjan sedemê li Sûriyê baregeh datîne. Gelî hevalên Kurd; ma hun ne ji Sûriyê ne?”

Matuzov; di civîna li dora masa girover de mafê axaxftnê sitend û behsa tevgera YPGê û Amerîka li herêmê kir. Hebûna Amerîka li herêma Sûriyê, ji Rûsya re gelek nexweşe û weha dewam kir:

“Amerîka bi kîjan sedemê li rojhilatê Firatê baregeh ava dike? Bi qederê ku ez dizanim du baregehên dinê jî niha lê zêde dikin. Baregeheka wan li ser sînorê Urdunê ya bi navê El Tanf heye. Ev mijar bû mijareka hûqûqa navdewletî. Ji bo Amerîka xwe li Sûriyê bigre û têbikoşe, her derfetê bikartîne.”

Matuzov di axaftina xwe de got ku 2 hezar leşkerê Amerîka li Sûriyê heye lê wê bi kî re şer bike? Eger Kurd baweriya xwe bi Amerîka bînin wê şaşiyeka mezin bikin.