Rûsya: Eger Îsweç û Fînlandiya bikevin NATO yê em ê hêza xwe du qat bikin
PeyamaKurd – Cîgirê serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev got; eger Îsweç û Fînlandiya bikevin NATO yê, em ê hêza xwe ya li rojavayê Rûsyayê du qat zêde bikin. Medvedev ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û balê kişand ser endamtiya NATO yê ya Îsweç û Fînlandiyayê. Medvedev weha got:
“Îsweç û Fînlandiya tevlîbûna xwe ya endamtiya NATO yê wahşiyane niqaşê dikin. NATO bi xwe amade ye ku di wexteka kurt de û bi prosedurekî herî kêm yê burokratîk endamtiya wan qebûl bike.
Wê Rûsya li hemberê îhtîmaleka weha bersivê bide û eger her dû welat bibin endamên NATO, wê Rûsya yekîneyên xwe yên li rojavayê welat du car zêdetir bike.
Di NATO de çend endam hene? Dema em lê dinêrin 30 an 32 welat hene. Du kêm an zêde ne girînge. Eger her dû dewlet tevlî NATO bibin, wê sînorê me bi NATO re derê du qatî. Em jî mecbûrin sînorên xwe xwurt bikin. Em ê hêzên xwe yên bejayiyê û hewayî xwurt bikin. Divê em li Kendava Fînlandiyayê hêzên deryayî bicîh bikin. Di vê rewşê de nabe ku em behsa Baltikekî bê nukleerî bikin. Divê em ji nûh de mêzêna xwe deynin.
Raya giştî ya her dû welatan bûye dû cîh. Kesê bi aqil naxwaze ku tiştên biha, bacên zêde, gengeşeyên li ser sînoran, fuzeyên Îskender, keştiyên hîpersonîk û nukleerî nêzî wan hebin û deynin mesafeya buhistekî ji xwe dûr.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin