Rûsya: Divê yekrêziya xaka Sûrîyê were parastin
03 cotmeh 2019 12:45
PeyamaKurd - Rûsyayê dîyar kir ku ew rewşa dawî ya ser herêma ewle ya li Sûriyê ji nêz ve dişopînin. Amerîka û Tirkiyê di meha Tebaxê de li hev kiribû ku li Sûriyê herêmeke ewle çêkin.
Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov li Moskowayê ji rojnamevanan re da zanîn ku ew helwesta Tirkiyê fehm dikin, lê divê yekrêziya xaka Sûriyê were parastin.
Tirkiyê diyar dike ku Amerîka li gor lihevkirina bo herêma ewle tevnagere û dijî bakurê Sûriyê gefên operasyonê dixwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin