Rûsya | Dijberê Pûtîn bi 25 salan hat cezakirin, Brîtanyayê bertek nîsan da!
PeyamaKurd – Çalakvanê rûsî yê dijberê deshilatdariya rêveberiya Vladimîr Pûtîn, Kara Murza bi tohmet û îdiaya xiyanet û belavkirina agahiyên şaş derbarê artêşa rûsî de bi cezayê 25 sal girtîgehê hate mehkûmkirin. Piştî biryarê Brîtanyayê banga demildest berdana Kara Murza kir û balyozê Rûsî jî hat gazîkirin.
Çalakvan û rojnamevanê Rûsî, Kara-Murza bi rexneyên xwe yên dijî polîtîkayên Pûtîn tê naskirin ku di meha Nîsa 2022yan de di hevpeyvîneke ligel CNNê de gotibû, Rûsya rejîma qatilan e û ji aliyê qatilan ve tê birêvebirin.
Kara Murcayê 41 salî bi hinceta daxuyanî û rexneyên dijî deshilata Rûsyayê, ji aliyê dadgeha rûsî ve, bi tawana "ajanê biyanî” û belavkirina agahiyên nerast derbarê artêşa rûsî de bi 25 salên girtîgehê hat cezakirin.
Kara Murza ev darizana dadgehê şibandibû danişînên pêşandanî yên serdema Stalîn û rexne li dadgehê girtibûn. Kara-Murza jî wekî hîn lîderên opozîsyona Rûsyayê di sala 2015 û 2017an de du caran hatibû jehrîkirin ku gotibû, serwîsa îstixbarata rûsî ew jehrî kiriye.
Yekem welatê bertek nîşanî biryara derbarê Kara Murza de da Brîtanya ye ku ew heman demê hemwelatiyê Brîtanyayê jî.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly, li ser biryara dadgeha rûsî bangewazî kir ku Kara-Murza demildest were berdan û balyozê Rûsya yê li Londonê jî hat gazîkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin