Rusya: Dahata me ya petrolê, ji % 52 kêm bû!
PeyamaKurd- Wezareta Maliyeyê ya Rusyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dahata neft û gaza xwezayî ya Rusyayê, di heyama çile-nîsana îsal de li gorî heman heyama par, ji % 52 kêm bûye.
Hat ragihandin ku dahata neft û gaza siruştî ya Rusyayê, di heyama çile-nîsana îsal de li gorî heman heyama par ji % 52 kêm bûye û daketiye 2,3 trîlyon rûbleyan ku dike nêzîkî nêzîkî 30,2 milyar dolaran.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kêmasiya budçeya welêt, di heyama çile û nîsanê ya îsal de bi qasî 3,4 trîlyon ruble hatiye bidestxistin.
Her wiha hat eşkerekirin ku di heyama navborî de dahata butçeyê, li gorî sala borî ji % 22 kêm bû û daket 7,8 trîlyon rubleyan ku lêçûnên butçeyê ji % 26 zêde bû û derket 11,2 trîlyon rubleyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin