Rûsya: Careke din bibe em ê li Amerîkayê bidin

30 cotmeh 2018 22:35
Rûsya: Careke din bibe em ê li Amerîkayê bidin

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Parastina Dûmayê li Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Şamanov ragihand: “Heke careke din bibe em ê li balafira Amerîkayê bixin.”

Rûsya, ji ber êrîşa ku li ser baregeha Rûsî Hmeymimê li Sûriyê hate kirin Amerîkayê tawanbar dike. Serokê Komîteya Parastina Dûmayê li Parlamentoya Rûsyayê Vladimir Şamanov ragihand: “Heke careke din bibe em ê li balafira Amerîkayê bixin.”

Derbarê hewla êrîşa li bajarê Laziqiyeyê ya Sûriyê li ser baregeha Rûsî ya Hmeymimê bi firokeyên bêmirov, Rûsya îdîa dike ku ev ji aliyê balafira Amerîkî ya Poseidon-8 ve hatiye plankirin.