Rûsya: Bi hezaran leskerên Ukraynî asê mane
14 mijdar 2025 21:02
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro 14ê Mijdarê ragihand ku hêzên wan bajarokên Orestopol ê kantona Dnipropetrovsk û Rog ê Komara Donetskê kontrol kirine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a TASS’ê ya Rûsî, komek leşkerên deryayî yên Ukraynî piştî ku ji çeperên xwe yên li bajarê Dmitrov reviyane, radestî hêzên Rûsyayê bûne.
Herwiha hatiye ragihandin ku bi hezaran leşkerîn Ukraynî jî li devera Dmitrovê asê mane ku yan wê xwe radest bikin yan jî bên kuştin.
Li gorî TASSê, ’’leşkerên xwe radest kirine, girêdayî Lîwaya 38’emîn in, beriya 2 mehan bi zorê hatine seferberkirin û demek berê biryara teslîmbûnê dane, lê li benda kêliya herî ewle ne.’’
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Trump: Min ji Pûtîn re got, giyana bi hezaran leskerên Ukraynî bibexsîne
14 adr 2025
Jiyan
Zêdetirî 200 Kenyayî bûne leskerên kirê di artêsa Rûsyayê de
14 mjd 2025
Cîhan
Pûtîn biryara vekisîna ji peymaneke navnetewî ya Rûsyayê îmze kir
02 mjd 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin