Rûsya: Bi destpêsxeriya Tirkiyê, tê plankirin Lavrov û Kuleba bicivin

09 adar 2022 14:29
Rûsya: Bi destpêsxeriya Tirkiyê, tê plankirin Lavrov û Kuleba bicivin

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, civîna Sergey Lavrov a bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba re ku biryar e li Tirkiyê pêk bê, piştrast kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova, di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, bi destpêşxeriya Tirkiyê, tê plankirin Lavrov û Kuleba hevdîtinê pêk bînin.

Herwiha civîna ku biryar e Antalyayê were kirin, wê bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu be.