Rûsya bangî balyozê Îsraîlê kir
PeyamaKurd- Rûsya bi sedema ketina balafira Rûsyayê balyozê Îsraîlê xwest wezareta karên derve. Balafireka Rûsya ku tê de 15 kes hebûn ji aliyê sîstema hewayî ya Sûriyê de hatibû xistin. Di mijara xistina balafira Rûsya de, Rûsya dibêje ku mafê xwe yê bersivê dihêle paşiyê û weha dewam dike: “Balafira me ji rûyê jetên Îsraîlê ve bû hedefa sîstema hewayî ya Sûriyê. Em ji daxistina balafira me bi endîşe ne.”
Rûsya bo İl-20 model balafira Rûsyayê ya ku li ser Behra Sipî wenda bû, dibêje ku dema balafireka Îsraîlê ya F-16 bo ji sîstema hewayî ya Sûriyê rizgar bibe, balafira Rûsyayê weka mertal bo xwe bikaraniye. Rûsya bûyerê weka provakasyon binav dike û dibêje tenê yek deqe berya bûyerê Îsraîl, Rûsyayê agahdar kiriye.
Kremlîn bo mijarê endîşeya xwe anî ziman û got ku dê li ser mijarê bifikirin û peyama xwe paşî bidin. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov dibêje ku xistina balafira wan ji aliyê Sûriyê de, wê bandoreka neyînî li ser peymana Îdlîbê neke.
Li ser bûyerê di navbera wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu de û wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman de bi rêya telefonê hevdîtinekî pêkhat.
Di demên pêşiya me de wê tewrê Rûsyayê li hemberê Îsraîlê safî bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin