Rûsya: “Amerîka divê bi Moskova û Samê re kar bike”
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsya ragihand ku di destê Amerîkayê de ti hinceteke yasayî nîne ku li Sûriyê operasyonên eskerî bike.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di daxuyaniyekê de got, eger Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê derfeteke din nabîne ku ligel Rûsyayê li ser çareserkirina krîza penaberên Sûrî kar bike, ya herî baş ew e ku Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê derxîne û li ber pêvajoya aştiyê nebe asteng.
Îgor Konaşenkov da zanîn ku tenê derfetek li ber destê Amerîkayê heye ku mana xwe li wî welatî dereng bixe û ew jî ew e ku ligel Moskova û Şamê kar bike ji bo ku penaberên Sûrî vegerin malên xwe.
Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di demekê de ye ku Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel ji medya welatê xwe re ragihandibû ku gumanên wî hene ku ew bikaribin di derbarê vegera penaberên Sûrî de ligel Rûsyayê kar bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin