Rojnamevana ku artêsa Rûsyayê wê revandibû serbest hat berdan

22 adar 2022 23:40
Rojnamevana ku artêsa Rûsyayê wê revandibû serbest hat berdan

PeyamaKurd – Hefteya borî hêzên Rûsyaye rojnamevana Ûkraynî Viktoriya Roşina li bajarê Berdyanskê revandibûn. Roşina îro serbest hat berdan.

Çapemeniya Ûkraynayê ragihandiye ku Roşina serbest hatiye berdan, niha li herêma bi ewleye û ber bi bajarê Zaporijye ve diçe.

Hat ragihandin ku berya berdana rojnamevan Roşina, ew bi xwe vîdeokî belav kiriye û di video de gotiye ku ti têkiliya hêzên Rûsyayê bi revandina wê tine. Wisa xwuyaye ku ev video bûye sedema berdana wê.