Rojhilat | Zanîngeha Îlamê pileya cîhanî ya çalakiyên jîngehî bi dest xist
PeyamaKurd - Zanîngeha Peyam Nûr a li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê, kete nav lîsteya zanîngehên “Kesk” û di warê çalakiyên jîngehî de pileya cîhanî bi dest xist.
Serokê Zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Îlamê Ebas Suhrabzade ragihand, Zanîngeha Îlamê piştî 2 sal kar û xebat di warê jîngehî de kirin, karî pileya yekem di nava zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dest bîne.
Hat zanîn ku saziya Girîn Mêtrî her sal pilebendiyê ji bo zanîngehan dike û pileyên cîhanî dide wan zanîngehên ku di warê jîngehî de çalak in.
Zanîngeha Îlamê jî karîye pileya cîhanî bi dest bîne û navê xwe di nava zanîngehên “Kesk” yên cîhanê de tomar bike.
Beriya niha jî Zanîngehên Kurdistanê pileyên cîhanî bi dest xistibûn. Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya bajarê Sineyê ji aliyê Saziya Fêrkariya Bala a ‘Times’ ve ji bo sala 2021an pileya yekemîniyê di warê belgeyên zanista pizîşkî de bi dest xistibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin