Rojhilat | Li Ûrmiyê heta niha 3 hezar û 350 kes ji koronayê mirine
04 rêbendan 2021 04:22
PeyamaKurd - Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 7 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin û hejmara mirinên Covid-19 li nav sînorên Ûrmiyê gihîşt 3 hezar û 350 kesan.
Li gorî ragihandina Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ûrmiyê, di nav 24 saetên borî de li parêzgeha Ûrmiyê 184 kesên din bi koronayê ketine û 7 kes jî pê mirine.
Herwiha 453 pêketiyên koronayê jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne û rewşa 31 nexweşan nebaş e.
Bi van amarên dawî re, li nav sînorên parêzgeha Ûrmiyê hejmara mirinên ji koronayê gihîşt 3 hezar 350 kesan û hejmara pêketinan jî 90 hezar kesan derbas kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Heta niha hezar û 772 cenazeyên qurbaniyên erdhejê derbasî Sûriyê bûne
19 sbt 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin