Rojev biryara derbarê CHPê de ye: Ji niha û pê de dê çi bibe?
Piştî biryara ‘betala teqez' a Dadgeha Temyîzê ya Herêma Enqerê ya derbarê 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de, pêvajoyeke nû di nav partiyê de dest pê kiriye. Piştî biryarê, tê çaverêkirin ku serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu vegere ser posta xwe ya berê. Ozgur Ozel ragihand ku ew vê biyarê qebûl nakin û nexşerêya xwe amade dikin.
RûpelNews - Piştî biryara dadgehê, tê ragihandin ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û tîma wî vebijarka avakirina partiyeke nû ne nirxandine, û armanca wan a ewil pêvajoya kongreya awarte ye. Tê gotin ku serokatiya partiyê plan dike ku di çarçoveya destûra partiyê de banga kongreyê bike.
Lêbelê, ji aliyê Kiliçdaroglu ve tê ragihandin ku niha meylek heye ku li şûna lidarxistina kongreyekê, rêveberiya avahiya heyî ya partiyê bike. Digel ku dozên yasayî yên derbarê pêvajoyê de berdewam dikin, tê payîn ku biryara ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ve were dayîn jî biryarder be.
