Rojava | Seferên mînîbusan dest pê kir: Gel pê kêfxwes e
PeyamaKurd - Di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de seferên rêwîyan dest pêkir.
Nezî 6 sal in derîyê Semalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji çûn û hatina mînûbûsan re girtî bû.
Berpirsên Derîyê Semalka yên aliyê Rojava û Başûrê Kurdistanê ragihandin ku seferên mînîbusan di navber herdu aliyan de destpê kirine.
Li gor wan rayedaran, berî çend rojan li Çemê Dicleyê bi zêdebûna avê re, qeyikek noqî avê bûbû û wan jî ji bo bûyerên bi wî rengî rû nedin, ev biryar wergirtîye.
Biryar ji aliyê welatîyan ve bi kêfxweşî hat peşwazîkirin.
Rêvebirên Derîyê Semalka yê Rojava û Başûrê Kurdistanê dîyar kirin ku wê rojane 4 mînûbus rewîyan bibin herdu alîyên sînor.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin