Rojava | Navenda Belgekirinê bîlançoya tawanên 50 rojan eskere kir
PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Tawanan li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku di nava 50 rojan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî sed tawanên artêşa Tirkiyê û komên çekdar hatine belge kirin.
Li gorî ragihandina navendê, di encama êrîşan de 5 sivîl hatine kuştin, 22 birîndar bûne û bi dehan malbat jî koçber bûne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Belgekirina Tawanan de, li ser tawanên artêşa tirk û komên çekdarên bi ser wê ve hatine kirin wiha tê gotin:
"Hejmara sûcên ku li herêmên gundewarên Reqayê, bajarokê Eyn Îsayê, gundewarên Hesekê, Til Temirê û navçeya Zirganê pêk hatine, gihîşt 67’an. Di heman demê de hejmara welatiyên ji herêmên navborî koçber bûne gihaşt 5 hezar koçberî, 6 gund bi tememî hatine valakirin, 5 sivîl hatine kuştin, 22 kesên din birîndar bûne û di nav wan de 5 kes bi temamî felc bûne."
Navenda Belgekirinê daya xuyakirin ku metirsiyasereke û gefa li dijî bi hezaran sivîlên kampa Eyn Îsayê ya ku derdora 10 hezar koçber lê hene û bê ser û ber rastî topbaranê tê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin