Rojava | Li Qamislo û Helebê alozî didome, HSD û rejîm hevdîtinan dikin…
PeyamaKurd – Aloziya navbera hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hêzên rejîma Sûriyê ya dorpêça ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê, li bajarê Qamişlo dewam dike.
Hêzên Asayîşê herî dawî hemû rêyên diçin balafirgeha Qamişlo û rêyên taxên di bin kontrola rejîma Sûriyê de, bi bendên betonê girtin.
Li gorî zanyariyan hevdîtinên navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên rejîmê ji bo çareserkirina vê rewşê didomin. Hîn lihevkirinek çênebûye ku dorpêça ser taxên Kurd ên Helebê nehatiye rakirin û xurek û derman derbasî wan taxan nabin.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, îro 13ê Nîsanê di navbera HSD û hêzên Sûriyê de hevdîtin çêbûne û tê gotin, heger fermandarên Tabûra 4 a Artêşa Sûriyê jî beşdar bibin, dibe ku dorpêça ser taxên Kurdan were rakirin.
Hêzên Asayîşê bi sedema dorpêça ser taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyeyê 9ê Nîsanê pêşî firneya El Baas a li Qamişlo ku di bin kontrola rejîmê de ye girtibû û piştre jî rêyên diçin balafirgehê û çend taxên din hatibûn girtibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin