Rojava | Li Hesekê belavokên dijî Îranê hatin belavkirin

24 tebax 2022 23:21
Rojava | Li Hesekê belavokên dijî Îranê hatin belavkirin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di nav mehekê de cara duyem, belavokên li dijî xebatên Îranê yên li herêmê hatin belavkirin.

Li gorî zanyariyan, belavokên navborî li taxên Stasyon û Balafigehê yên Hesekê hatine belavkirin û di naveroka wan belavokan de, banga dijderketina projeyên Îranê yên li herêmê hatiye kirin.

Heta niha nehatiye zanîn bê ew belavok ji aliyê çi kesan ve hatine belavkirin, lê li gelek dîwaran jî hatine zeliqandin.

Di belavokên ku li nêzîkî avahiya Partiya Baas a Hesekê hatine danîn de tê gotin: “Na ji Hizbullaha Lubnanê û projeya Îranê re!”, “Bijî Hesekeya mezin û Sûriye!” hatiye gotin.

Ji bilî Kurdan gelek eşîrên Ereb ên li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî hebûna milîsên Îranê ne ku bi kiryarên xwe gefê li xelkê herêmê dikin. Îran herwiha bi milîsên xwe hewl dide demografiya herêmê biguherîne û hebûna xwe ya mezheb şîe li wan herêmên Rojavayê Kurdistanê bisepîne.