Rojava: Li Efrînê ser derket: Kustî hene!

26 berfanbar 2022 21:30
Rojava: Li Efrînê ser derket: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rawangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê hatin ragihandin, li navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê di şerê di navbera HSD û hêzên rejîmê û grûpa Feyleq El-Şam a ku Tirkiye piştgiriya wê dike de hejmarek endamên komên çekdar hatine kuştin.

Di daxuyaniya Rewangeha Suriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) de hat ragihandin ku Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) û hêzên rêjîmê li navçeya Şêrewa ya Efrînê, li derdora gundên Burc Heyder û Berade bi koma çekdar a Feyleq El-Şam a ku Tirkiyê piştgiriya wê dike re rû bi rû mane.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 6 endamên Feyleq El-Şam hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne û hêzên HSDê û rejîmê 2 xalên asayîşê yên Feyleq El-Şam kontrol kirine.

Di dema ku hin gundên Efrînê yên ku neketibûn destê Hêzên Çekdar ên Tirk û komên çekdar di bin kontrola HSDê de bûn, hêzên rejîmê jî li van gundan bi cih bûbûn.

Her wiha ji aliyê din ve SOHRê diyar kir ku li bejahiya gundewarên El Babê di navbera HSDê û hêzên rejîmê û Artêşa Niştimanî ya Suriyeyê de şer û pevçûn hene.