Rojava | Ji hevpeymaniyê daxuyaniya ‘Xalên Çavdêriyê’

15 berfanbar 2018 18:08
Rojava | Ji hevpeymaniyê daxuyaniya ‘Xalên Çavdêriyê’

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, derbarê xalên çavdêriyê yên li deverên sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê tên danîn de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonên berdewam de ti guherîn tune ye û hat diyarkirin, "Xalên çavdêriyê yên sînorî ku ji bo rakirina metirsiyên li ser hevpeymana NATOyê Tirkiyê jî tê de, em operasyonên xwe yên asayî berdewam dikin.”

Hevpeymaniyê herwiha daxuyakirin, “Hevpeymanî ligel hevkarên xwe yên herêmî bi biryar e DAIŞê bi awayekî mayînde tune bike” û da zanîn, nûçeyên ku dibêjin Amerîkayê pozîsyona xwe guherandiye nerast in.