Rojava | Di çarçoveya efûyê de 1520 girtî hatine berdan
24 îlon 2024 22:43
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya lêborîna giştî de ku li ser daxwaza rûspî û eşîrên ereb hatibû derxistin, heta niha hezar û 520 kesên bi tohmeta DAIŞê û tawanên cuda hatibûn girtin, hatine berdan.
Li gorî daxuyaniya Encûmena Dadê ya Rêveberiya Xweser, piştî azadkirina hezar û 120 kesan, biryar e 400 kesên din jî bên azadkirin û hejmar digihîje 1520 kesan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, 63 jin ji yasayê sûdmend bûne û 35 ji wan hatine azadkirin û biryar e yên din jî bên azadkirin.
Encûmena Dadê eşkere kir, tawanbarên ku şer li dijî HSDê kirine û tawanên kuştin û sîxûriyê kirine, ji yasaya lêborîna giştî sûdê nastînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin