Rojava | CENTCOM: Êrîseke mosekî ya ser hêzên Amerîkî hat têksikandin
09 cotmeh 2022 12:53
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî êrîşeke moşekî li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bi moşekan êrîşî hêzên hevpeymanan hatiye kirin lê êrîş hatiye têkşikandin.
CENTCOM da xuyakirin, êrîş bi moşekên 107 mm hatiye kirin û ti ziyanek negihîştiye hêzên Amerîkayê û hevpeymaniya navdewletî.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî çend caran ji aliyên komên milîs ên Îranê ve êrîş bi ser hêzên Amerîka yên li Rojavayê Kurdistanê de hatibûn encamdan û hêzên Amerîkî jî binkeyên wan kiribûn armanc.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Iraq | Li dijî baregeha Eyn Esed a hêzên Amerîkî êrîseke mosekî pêk hat
04 gln 2021
Jiyan
Iraq | Baregeha hêzên Amerîkî rastî êrîseke mosekî hat
05 trm 2021
Jiyan
ROJAVA | CENTCOM pistrast dike ku hêzên wan rastî êrîsekê hatiye
04 mjd 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin