Rojava | ‘Amerîka derkeve serê DAISê radiweste û dê servan tenê sînor biparêzin’
PeyamaKurd - Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ilham Ehmed li ser daxuyaniyên vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got ku ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn.
Ehmed da zanîn, her çiqas ew ji biryara vejişandina hêzên Amerîkî ne agahdar bûn jî wan gûman dikir ku Amerîka dê rojekê wê biryarê bide û got ku ew hîn jî hûrgiliyên wê biryarê û dema bicihanîna wê biryarê nizanin.
Îlham Ehmed herwiha diyar kir ku Amerîkayê ew biryar di bin fişara Tirkiyê de standiye û da zanîn, dema hêzên Amerîka ji Sûriyê derkeve, dê operasyona wan a li dijî DAIŞê jî raweste û şervanên wan dê li ser sînorê bi Tirkiyê re bên bicihkirin û sînor biparêzin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin