Roja eskerekirina namzetên seroktiyê diyar bû

16 gulan 2019 18:30
Roja eskerekirina namzetên seroktiyê diyar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku parlementoya Kurdistanê dê roja şemiya bê ango 18ê Gulanê navên kesên ku xwe ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê kirine namzet eşkere bike. Piştî dawîbûna mohleta du rojan jî dê parlamento di nav sê rojan de serokê Kurdistanê hilbijêre.

Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ji medya Kurdistanê re ragihand, parlementoya Kurdistanê dê roja şemiyê navên kesên bûne namzetên serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere bike.

Hat diyarkirin ku dê piştî eşkerekirina namzetan û mohleta bertekê ya du rojan, di nav sê rojan de parlemento ji bo hilbijartina serokê nû bicive.