Rêyên hilbijartinê diyar dibin: Tifaqa Gel wê li kîjan rêyê bimese?

25 îlon 2023 14:03
Rêyên hilbijartinê diyar dibin: Tifaqa Gel wê li kîjan rêyê bimese?

PeyamaKurd – Nîşaneyên xebatên ku hevkarên Tifaqa Gel AKP û MHPê wê di çarçoveya hevkariya hilbijartinên herêmî yên di Adara 2024'an de bên lidarxistin de, dest pê kir.

Beriya kongreya awarte ya AKPê ya di 7ê Cotmehê de, baskê Tifaqa Gel ji bo hilbijartinên herêmî ji bo hevkariyê refên xwe hildan. Lê heyetên herdu partiyan di serî de di nava partiyên xwe de xebatên xwe dimeşînin.

Tê gotin ku AKP di hilbijartinên herêmî yên Adara 2024an de bi hevkariya MHP'ê re "hevkariya sala 2019an radixe ber çavan." Lê belê baskê MHPê balê dikişîne ser vê yekê ku "şertên hevkariyê yên Adara 2024an ji şert û mercên sala 2019an gelek cuda ne."

Li gorî vê yekê, baskê MHPê amaje bi wê yekê dike ku di heyama hilbijartinên 2019an de du bajarên mezin ên weke Enqere û Stenbol wê demê "di bin rêveberiya AKPê" de bûn û niha her du şaredarî jî "di bin rêveberiya CHPê" de ne.

Ji bo vê yekê jî tê gotin, hevkariya ji bo hilbijartinên Adara 2024an gelekî girîngtir e.

"Tiştek zêde, tiştek kêm bi ser nakeve"

Hate destnîşankirin, Erdogan û Bahçelî gelek caran tekez kirine ku "di hilbijartinên 2024an de divê hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî bi hevre bin" û di nirxandinên wan de jî tê gotin ku "Rêveberiya gelek bajarên mezin bi taybetî Enqere û Stenbolê. divê derbasî tifaqa gel bibin." tê kirin.

Lê herwiha tê destnîşankirin ku vê carê di hilbijartinên herêmî de bi hevkariyê "divê polîtîkaya hevsengiyê were şopandin". Baskê MHPê hevsengiya ku di hevkariyê de pêk were wiha vedibêje: “Ne zêde ne kêm. Mafê MHPê çi dibe bila bibe."