Rêya ‘Anadolu Otoyolu’ li Bajarê Bolu yê ji çûnûhatê re hat girtin
31 adar 2023 01:43
PeyamaKurd – Rêya otoyola Anadolu ya ku ji aliyê Îstenbolê diçe Ankara, bi sedema ku 54 erebe li hev ketin û qeza kirin, rê ji çûnûhatê re hat girtin. Bûyer li dora 17.00an çêbû û ji bo vekirina rê û rakirina 54 alavan wextekî zêde divê. Di nav alavan de otobus, TIR, kamyon, mînîbus û otomobîl hene. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê bi ambûlansan wan birin nexweşxanan an li ciyê bûyerê mudaxeleyê birîndaran kirin.
Li ser rûdanê gelek tîmên tenduristiyê, îtfaiye, cendirme, polîs, AFAD û UMKE çûn ciyê bûyerê û alîkariya mexdûran kirin. Tevî qeza ew çend mezine jî 2 kes giran birîndar bûne û bi temamî jimara birîndaran 10 kesin. Dibe jimar zêdetir bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Helan ket nava rêya bajarê Orduyê û rê hat girtin
04 adr 2025
Jiyan
Heza erdê ket, rêya bajarê Orduyê ya navbera Derya Res û Derya Sipî girt
22 sbt 2025
Cîhan
Li bajarê Hakkariya, Rêvebiriya Taybet dixebite da rêyan ji berfê veke
11 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin