Rêvebirê WHO yê seredana herêma erdhejê kir

02 adar 2023 03:34
Rêvebirê WHO yê seredana herêma erdhejê kir

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) Tedros Ghebreyesus, li bajarên Entabê û Hatayê nexweşxanên sahrayî û bajarên ji konan kir. Tedros Ghebreyesus, bi wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca re hevdîtin kir û got:

“Em ji bo her cûre alîkariyê amade ne.”

Tedros Ghebreyesus, her weha di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyama destekê ji bo Tirkiyê da û got:

“Dîtina xerabeyên weha dilê mirovî perçe dike.”

Ghebreyesus di seredana xwe de bi rêvebirê WHO yê yê Awrûpayê Hans Kluge re hevaltî kir û WHO yê ragihand ku heya niha sewqiyata herî mezin ya di dinyayê de li Tirkiyê kiriye.