Rêveberiya Xweser: Em amade ne diyalogê bi Samê re bikin

03 tîrmeh 2021 19:53
Rêveberiya Xweser: Em amade ne diyalogê bi Samê re bikin

PeyamaKurd –  Daîreya Pêwendiyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir, Rêveberiya Xweser amade ye diyalogê bi Şamê re bike.

Daîreya Pêwendiyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser îro Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew amade ne diyalogê bi hikûmeta Sûriyê re bikin, lê bi mercê rêz li taybetmeniya navçeyên Rêveberiyê û qurbanîdanên wê ji bo Sûriyê û yekîtiya wê hatine dayin, bê girtin.

Daîreya Pêwendiyên Karên Derve destnîşan dike, daxuyaniyên Lavrov derbarê diyaloga ligel Şamê de gaveke erênî ye û ew hêvî dikin Rûsya roleke erênî di diyalogê de bibîne.

Daîreya Pêwendiyan eşkere kir û got: "Rûsya dizane ku sedema têkçûna hevdîtinên me ligel hikûmeta Sûriyê rejîma Sûriyê bûye."