Rêveberiya Rojava: Hîn bo K24ê biryara dawî nehatiye dayîn!
03 îlon 2019 23:56
PeyamaKurd - Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser qedexekirin û girtina nivîsgeha Kurdistan24ê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Nivîsîngeha Ragihandina Rêveberîya Xweser de hat gotin: “Rêveberîya Xweser her ji destpêka damezrandina wê ve seqayeke demokrasî bo tevaya dezgehên ragihandinê bi hemû curên wê ve berhev afirandiye daku rastî bûyeran veguhêzin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, heya niha biryara dawî derbarê ragirtina karê Kurdistan24ê li bakur û rojhilata Suriyê nehatiye dayîn û hat gotin, azadîya ragihandinê bo tevaya dezgehan e û em pabendin bi pîvan û yasayên navdewletî.
7 komele û rêxistinên sivîl qedexekirina K24ê şermezar kirin
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rêveberiya Rojava Kurdistan24 qedexe kir, K24ê daxuyanî da
02 îln 2019
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin