‘Rêveberiya Biden naxwaze bi Tirkiyê re dest bi pêvajoyeke nû bike’

07 sibat 2021 12:12
‘Rêveberiya Biden naxwaze bi Tirkiyê re dest bi pêvajoyeke nû bike’

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku rêveberiya nû ya Amerîkayê ne bi dil e ku bi Tirkiyê re dest bi pêvajoyeke nû bike û her tiştî ji serî dest pê bike.

Li gorî nirxandina pisporê Tirkiyê Soner Çagaptay ku ji VOAyê re axiviye, rêveberiya Washingtonê naxwaze ji sifirê pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê bide destpêkirin û dest bi pêvajoyeke nû bike.

Çagaptay wekî nîşaneya vê yekê jî aniye ziman ku rêveberiya Joe Biden heta niha bi serok û wezîrên derve yên zêdetirî 30 welatan re pêwendî daniye, lê bi Tirkiyê re pêwendiyeke wisa di asta bilind de nekiriye.

Li gorî Çagaptay, rêveberiya Biden bi dilsozbûna rêveberiya Tirkiyê bawer nake û daxuyaniyên vê dawiyê yên, reforman, guhertina destûrê û bicihanîna demokrasiyê jî ji dil nabîne ku dibêjin, me ev fîlm berê dîtibû.

Pisporê tirk herwiha bibîr dixe ku pirsgirêka serek ya navbera Tirkiye-Amerîkayê li gorî tê gotin, ne piştevaniya Amerîkayê bo HSD/YPGê ye ku gelek pirsgirêkên din hene.