Rêveberê ENKSê: Me hemû navendên biryarê yên Amerîkayê ji êrîsên ser ENKSê agahdar kirin

16 berfanbar 2020 22:04
Rêveberê ENKSê: Me hemû navendên biryarê yên Amerîkayê ji êrîsên ser ENKSê agahdar kirin

PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku wan ji êrîşên ser ofîsên wan li Rojavayê Kurdistanê, Amerîka agahdar kiriye.

Endamê rêveberiya ENKSê Nûrî Birîmo got, hemû navendên biryarê yên Amerîkayê ji êrîşên PKKê yên ser nûnertiyên wan ên li Rojavayê Kurdistanê hatine agahdar kirin.

Nûrî Birîmo da xuyakirin, PKK bûye darê dest dewletên cîran û dixwazin rewşa Rojavayê Kurdistanê bi temamî têk bidin.

Nûnrê ENKSê li başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd jî got, heger Amerîka bixwe serpereştiya Rojavayê Kurdistanê neke, wê demê PKK dê wê beşa Kurdistanê bike qada şerê xwe.