Reuters: Pistî 70 rojan jî test pozîtîf derdikevin...
PeyamaKurd – Vîrusa koronaya nû Covid-19 ku tevahiya mirovên dinyayê dîl girtiye û di malan û nexweşxaneyan de asê kiriye, hîn jî nîşaneyên xeternak derdixe pêşberî zanista tenduristiyê û mirovên pê ketine.
Li gorî doktorên Wuhan a Çînê ku ji Reutersê re axivî ne, gelek nexweşên baş dibin di testên wan de heta 70 rojan jî dîsa pozîtîf xuya dike ku ew wan car din dixin karantînayê.
Doktor vê rewşê wekî pirsgirêkeke mezin di tedawiya vîrusa koronayê de nîşan didin û dibêjin, hê jî em nizanin bê ew kesên baş bûne nexweşiyê belav dikin yan na?
Zilamekî ji Wuhan a Çînê dibêje piştî tedawiya li du nexweşxaneyan bi ser de çûna 50 rojan hîn jî testa wî pozîtîf derdikeve û li ser rewşa xwe ya mayîna di karantînayê de dibêje, “Êdî ez hew debar dikim’.
Mijara ku testên kesên baş dibin ji nû ve dibe pozîtîf wekî xeteriyeke mezin di qada tenduristiya cîhanê de tê nîqaşkirin ku pê şaş dimînin û nizanin çawa ji nav derkevin.
Beriya niha li Koreya Başûr jî testên bi sedan kesên bi Covid-19 ketibûn û baş bûbûn, car din pozîtîf derketibûn, lê hatibû diyarkirin ku ew kes li gorî nexweşên din pir kêm dikarin vîrusê belav bikin.
Ji vîrusa koronaya ku dawiya sala 2019an ji Wuhan a Çînê belavî dinyayê bûye, heta 22yê Nîsanê li dor 2 milyon û 600 hezar kesên tûşbûyî hatine tomarkirin û hejmara miriyan jî gihîştiye nêzî 200 hezar kesan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin