Reuters: Lîderên Yekîtiya Awrûpayê li ser dorpêçên ser Tirkiyê lihev kirin

10 berfanbar 2020 02:13
Reuters: Lîderên Yekîtiya Awrûpayê li ser dorpêçên ser Tirkiyê lihev kirin

PeyamaKurd – Lîderên Yekîtiya Awrûpayê li ser dorpêçan deynin ser Tirkiyê lihev kirin. Li gor ragihandina ajansa Reutersê reşbeleka metna dorpêçê wehaye:

“Eger bi Tirkiyê re têkiliyên me rast nebin, wê di civîna meha adarê de, di zîrweyê de gavên nû bên avêtin.”

Dîplomatên Yekîtiya Awrûpayê bo Reutersê ragihandine ku dorpêçên nû Yûnanistanê razî nekirine û li ser reşbeleka dorpêçan muzakere dewam dikin. Eger lîderên Yekîtiya Awrûpayê di civînê de qebûl bikin wê ew kes û şîrketên ku di sondaja rojhilatê Derya Sipî de dixebitin, wê dorpêçê deynin ser wan.