Reuters: Karbidestekî payebilind ê Pentagonê bi berpirsên artêsa Çînê re axifî

28 tebax 2021 14:29
Reuters: Karbidestekî payebilind ê Pentagonê bi berpirsên artêsa Çînê re axifî

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, karbidestekî payebilind ê Pentagonê, bi berpirsên artêşa Çînê re axifî.

Bi vî awayî ji destpêka seroktiya Serok Joe Biden vir ve, cara pêşî karbidestên leşkerî yên Amerîka û Çînê peyivîn.

Karbidestê ku nexwest navê wî were eşkerekirin da zanîn, karbidestên Çînê ji bo danûstandineke ewle ya bi rêka vîdeo konferansê xeta telefonê ya berevaniyê bi kar anîne.

Wî karbidestî destnîşan kir, berpirsên Çînê di axaftinê de bala xwe dane ser birêvebirina rîsk û krîzan.