Reuters. Erdogan û Biden dawiya meha Îlonê li Washingtonê dicivin
09 îlon 2022 22:31
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê bi zarê berpirsekî Tirkiyê eşkere kir ku di dawiya vê mehê de wê civînek navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de pêk were.
Hat diyarkirin ku wê di civînê de, babetên girêdayî rewşa Sûriyê, Ukrayna, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, peymana zadê Ukrayna û nakokiyên navbera Yûnanistan û Tirkiyê werin gotûbêjkirin.
Li gorî zanyariyên berpirsê tirk dane Reutersê, hevdîtina Erdogan û Biden di dawiya meha Îlonê de pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, Erdogan ji bo beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe serdana Amerîkayê dike û têxmînkirin ew hevdîtin jî di wê demê de bê kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Çavkaniyên Amerîkî: Biden heta meha Îlonê dem daye Erdogan…
18 hzr 2021
Kurdistan
Reuters: Ji ber daxuyaniya Biden û Erdogan dolar bilind bû!
22 nsn 2021
Kurdistan
Erdogan: “Wê di meha Gulanê de enflasyon derê asta herî bilind û bilez dakeve”
25 gln 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin